Komeke jinên Kurd peyamên gel ên nerazîbûnê ji cîhanê re radigihînin

Bi dirûşma “Em Kurd in, em terorîst nîn in”, komeke jinên ciwan ên Kurd li Başûrê Kurdistan û hin welatên cuda, li dijî dagirkerî û komkujiyên dewleta Tirk, dest bi kampanyayekê kiriye.

Koma bi navê “Divê niha helwesta me hebe”, bi 6 zimanên cihêreng li ser tora civakî, bêdengî û bêhelwestiya hikumeta Başûr û peyamên gel ên nerazîbûnê ji cîhanê re ragihandin.

Di nava Komê de, hunermend, siyasetmedar, bijîşk, youtuber û çalakvan hene.

Endamên Komê bi wêne û dîmenan, bala cîhanê dikişînin ser kirinên hovanê yên dewleta Tirk û nêzî 7 milyon mirovî, ev peyam li gel xwe belav kirine.

Dewleta Tirk a dagirker, ji 15 Hezîranê ve, êrîşan bênavber li dijî Başûrê Kurdistanê pêk tîne.

Li dijî wê jî, gelek bertek, çalakî, nerazîbûn û kampanya di dewamê de ne.

Back to top button