Hêzên hikumeta Şamê gundekî Cebel El-Zawiyê topbaran kir

Hêzên Hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran li eniyên Başûrê Idlibê êrîşî hev dikin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku nîvê şeva borî hêzên hikumetê û çeteyên Tirkiyê li eniyên Filêfil û Riwêha yên başûrê Idlibê bi hev ketin.

Hêzên hikumetê bi mûşekan bajarokê Kinsefra, El-Bara û gudnê Mozera li Cebel El-Zawiyê topbaran kirin.

Dewleta Tirk 25 maşîneyên leşkerî yên din derbasî Idlibê kirin

Li aliyê din jî, dewleta Tirk şandina çekan ji bo dlibê didomîne.

Çavdêriya Sûrî diyar kir ku dewleta Tirk 25 maşîneyên leşkerî di deriyê Kefer Losîn re derbasî Idlibê kirin.

Dewleta dagirker ev karwan derbasî nuqteyên leşkerî yên li Til Şêx Temam li Cebel El-Zawiyê kir.

Bi vê yekê, hejmara maşîneyên leşkerî ji destpêka agirbesta Putin-Erdogan û heya niha bû 4 hezar û 405.

Li ser rêya M4 dewriyeya Rûs-Tirk hat meşandin

Di vê derbarê de Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku hêzên Rûs-Tirk dewriyeyeke din li ser rêya M4 meşandin.

Dewriye bêtirî 60 KM meşiya.

Ji gundê Tirnibê yê gundewarê Idlibê yê rojhilat dest pê kir û li herêma Dama ya gundewarê Cisir El-Şixûr ê rojava bi dawî bû.

Cara 20’ê ye ku li ser rêya Heleb-Laziqiyê dewriyeya hevbeş a Rûs-Tirk tê meşandin.

Back to top button