Heyva Sor a Kurd bi hevkariya Komîteya Perwerdeyê ya Civaka Demokratîk li Kampa Serdemê ya Şehbayê, dest bi avakirina dibistanekê kir.
Piştî dagirkirina Efrînê, bi hezeran şêniyên kantonê neçar man koçber bibin û li Şehbayê bi cih bin.
Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk KPC-D’ê jî neçar ma ku ji nû ve di hundirê dibistan û malên hilweşiyayî de dest bi perwerdeyê bike û bidomîne.
KPC-D`ê di kampên Berxwedan û Serdem ên Şehbayê de çend dibistan ava kirin.
Bilindbûna rêjeya germahiyê di demsala havînê de û sermaya ziivistanê, bandoreke neyênî li tenduristiya zarokan kir.
Heyva Sor a Kurd bi koordînasyona KPC-D`ê ya kantona Efrînê dest bi avakirian dibistanekê di hundirê Kampa Serdem de kir.
Dibistan li gundê Til Sosîn ya ku kamp lê ye, tê avakirin û ji 20 odeyan pêk tê.
Nêzî 650 xwendekar ji beşa seretayî wê di dibistanê de bixwînin.
Li gorî komîteyê bi hatina demsala xwendinê ya 2020 – 2021`an dê avakirina dibistanê bi dawî bibe.
Li ser mijarê Endama Heyva Sor a Kurd ya kantona Efrînê Mejdolîn Zeyno diyar kir ku piştî avakirinê, xwendekarên ji refa yekemîn heta 6’emîn dikarin di dibistanê de bixwînin.
Tê zanîn ku Heyva Sor a Kurd wê dibistenekê li Kampa Berxwedan jî veke.