Li Parîsê li ber avahiya UNICEF’ê kuştina zarokan hate şermezarkirin

Li Ewropa çalakiyên li dijî sûcên dewleta tirk ên li ser Rojava didome.Tevgera Jinên Kurd ê li Fransayê-TJKF’ê li Parîsê li ber saziya UNICEF’ê wêneyê zarokê hatin şehîdxistin hildan û bêdengiya wan şermezar kir.

Endamên TJK-F’yê doh li Parîsa paytexta Fransayê, li ber Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) çalakî li dar xist.

Çalakvanan wêneyên zarokên hatibûn şehîdxistin û pankartên “Dewleta Tirk qetlîamê dike”, “Rojava biparêze” hilgirtin.

TJKF’yê bêdengîya UNICEF’ê ya li hemberê sûcên dewleta tirk şermezar kir û got:

“Ji serê salê heta di êrişên dewleta tirk de li Rojava herî kêm 50 zarok hatine kuştin.

Herî dawî li navenda perwerdehî ya jinên ciwan ku girêdayî NY 4 zarok hatin kuştin. Ev sûcê şer e ku dewleta tirk li Rojava dike.”

Di dawiya çalakiyê de bang li civaka navneteweyî hat kirin ku ji van êrîşan re bibêje bes e û wêneyên zarokên hatibûn şehîdxistin li ber avahiyê UNICEF’ê hatin danîn.

Back to top button