Gulan Fehîm: Rêxistinkirina xeta sêyemîn gelek giring e

Hevseroka KODAR’ê Gulan di beşa duyem a hevpeyvîna xwe de balkişand ser rêya çareseriya pirsgirêkên jin li Îranê. Gulan Fehîm got: Her sîstemekî îrade û nasnameya jinan li ber çav negire wê nekare hebûna xwe bidome.
Bihêzkirina xeta sêyemîn û alternatîva derveyî sîstema niha gelek girînge.

Hevseroka Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) Gulan Fehîm di beşa duyemîn a hevpeyvîna xwe ya li gel Rojnews’ê de, bal kişande li ser helwesta desthilatdara Îranê ya li hemberî riya çareserkirina pirsgirêkan.

Gulan Fehîm da zanîn ku desthilata Îranê bi rêyên didin emşandin nikarin çareseriyê ji pirsgirêkên jinan re bînin û alternatifê bi afirînin.

Gulan Fehîm têkildarî gihandina daxwazên gelên Îranê ji bo serkeftinê jî xeta alternatîf paradigma netewa Demokratîk nîşan da û wiha dimand:

“Bihêzkirina xeta sêyemîn gelek girînge.

Têkoşîna KJAR, PJAK û KODAR’ê bi îradebûn û bi fermî naskirina nasnameya jinê bingeh digire.

Temamiya pradîgmaya wê li ser hîmê civaka demokratîk û ekolojiya li ser hîmê azadiya jinê ye.

Gulan Fehîm: Bi salane jin li dijî dewlewta Îranê têdikoşin

Bi salane jin li dijî dewleta Îranê ya dagirker têkoşînê dikin.

Lê, mijara herî girîng a di her rewşê de ewe ku jin bikarin destkeftiyên şoreşa azadiya xwe biparêzine.

Di çarçoveya parastina rewa de xweperwerdekirin û rêxistinkirin wê serkeftinê mîsoger bike.

Gulan fehîm têkildarî serhilana ku nêzî du mehe jin pêşengiya wê dikin jî ev yek anî ziman:

îtimala dijwarbûna çewitandin û êrişên rejîmê yên li ser jinan û gelan heye.

Careke din îspat kir, her sîstemekî ku îrade û nasnameya jinan li ber çavan negire û înkar bike û bingeh negire, wê nekare dewam bike.

“Yekgirtin û piştevaniya jinan li gel hev serkeftinek mezin e”

Yekgirtin, piştevaniya jinan a ligelhev pêşkeftin û serkeftinek mezine.

Bi pêşengiya jinên Kurd tevahiya jinan bi dirûşmeya, “Jin, Jiyan, Azadî” di warê festefî û îdeolojî de daxwazên xwe pêşkêş dikin.

Jinan bi vê dirûşmeyê tevahiya sîstem û zayendperestiyê red dikin û têxin li ber lêpirsînê.

Her kes dikare bi rolek giring û bi bandûr di pêvajoya serkeftina şoreşa jinan de cih bigre.

“Şoreşa Rojhilat û Îranê çareseriya binegehîn a pirsgirêkên jinan e”

Back to top button