Kongreya 3. a Tevgera Hîlala Zêrîn bi dawî bû

Kongreya 3’emîn a Tevgera Hîlala Zêrîn bi encamnameyekê bi dawî bû. Tê de hate gotin ku têkoşîna tevgera Hîlala Zêrîn ji bo azadiya rêber APO dozeke bingehîn e. Her wiha 12 kes ji bo Meclisa Tevgerê hatin hilbijartin.

Kongreya 3. a tevgera Hîlala Zêrîn bi diruşma “Bi çanda şoreşa jina, jiyana azad û şerê gel ê şoreşgerî em ê bi ser bikevin” pêk hat.

Kongre bi tevlîbûna endamên tevgerê, Kongra Star û mêvanên ji saziyên sivîl li hola Şehîd Musena Ebdulkerîm a Tebqayê hat lidarxistin.

Di Kongrê de sînevîzyonek li ser axaftina rêber Abdullah Ocalan a li ser huner, pêşxistina wê û çandan hat pêşandan.

Xebatên kongreyê du rojan dewam kir.

Tê de rewşên siyasî û rêxistinî, xebatên Tevgera Hîlala Zêrîn, rewşa jinan û çanda jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin nirxandin.

Piştî nîqaşan, gelek encamên girîng derketin, ji wan jî ev in:

  • Beş û komîteyên çand û hunerê yên Tevgera Hîlala Zêrîn ên têkoşîna ji bo azadiya rêber Ocalan dozeke bingehîn e.
  • Tevgera Hîlala Zêrîn modela demokrasiyê, ekolojiyê, azadiya jinan di çand û hunerê de geş dike.
  • Divê tevger têkoşîna xwe li dijî fikrên modernîteya kapîtalîzmê, parastina nirxên çandên gelan xurt bike.
  • Tevger beşên taybet di dibistanan de vekin û meteryalên guncaw amade bikin.
  • Panel û semînerên çandî û hunerî bên birêxistin kirin.
  • Dewreyên akademî yên fikrî bi navê şehîd Delîla were vekirin.

Di dawiyê de ji bo Meclisa Tevgera Hîlala Zêrîn li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji Koordînasyona Şehba, Efrîn, Heleb, Kobanê û Qamişlo 12 endam hatin hilbijartin.

Back to top button