YPJ: Serkeftina Kobanê soza me ya demê ye

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê di salvegera 6. a serkeftina Berxwedana Kobanê de hemû şehîdên têkoşînê bi bîr anî û got: “Em ê bi ruhê berxwedana Kobanê wan bajarên xwe yên îro di bin dagirkeriya dijminê mirovahiyê dewleta Tirk û çeteyên wê de ne, rizgar bikin.”

Fermadariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin/YPJ’ê bi boneya 6. salvegera Berxwedana Sedsalê ya Kobanê daxuyaniyek weşand.

YPJ’ê di daxuyaniyê de rizgarkirina Kobanê li Rêber Abdullah Ocalan û hemû şehîdên ku îro bûne sembola berxwedana gelan pîroz kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin:

Şerê li Kobanê li hember hovîtiya dijminê mirovahiyê DAIŞ’ê hate kirin.

Berxwedana gelê herêmê ya bi felsefeya jiyana azad kêlî bi kêlî bi lehengiya neviyên xwedawendên Mezopotamya yên mîna Arîn û Rêvanan navê xwe li dîroka mirovahiyê, bi tîpên zêrîn nivîsand.

YPJ’ê da zanîn ku şervanên ku di berxwedana Kobanê de navên xwe di dîroka mirovahiyê de nivîsandine, îro bûne pêşengên tevahî jinên têkoşer û wiha anî ziman.

Îro jî em bi heman dengî ji bo em azadiya Kobanê bigihêjînin dawî, em ê bi ruhê berxwedana Kobanê wan bajarên xwe yên di bin dagirkeriya dijminê mirovahiyê dewleta Tirk û çeteyên wê de rizgar bikin.

Azadî û serkeftina ku li Kobanê hatî jiyîn, em ê di her sê bajarên xwe yên di bin dagirkeriyê de jî bidin jiyîn.

Fermadariya Giştî ya YPJ’ê di dawiyê de diyar kir ku ji bo bilindkirina têkoşîna xwe ew ê di hemû çeperan de ala serkeftinê, heta pêkanîna xewn û xeyalên rêhevalên xwe yên şehîd, bilind bikin.

Back to top button