Corona..Ji alî jimara miriyan, Amerîka Îtalyayê derbas kir

Li gorî Ajansa Reuters, li Amerîkayê jimara kesên ji ber vîrûsa Coronayê mirine 20 hezarî derbas kir, bi vê yekê Amerîka dive welatê yekemîn ji aliyê jimara miriyan ve.

Li gorî daneyên dawî yên tekildarî nexweşiya vîrûsa Coronayê, heta niha li Amerîkayê nêzî 522 hezar kes bi vîrûsê ketine û zêdeyî 20 hezar kesî jî ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane.

Her wiha li Spanya, Îtalya û Frensayê jî  daneyên dawî wiha ne:

Li Spanyayê zêdeyî 161 hezar kesî bi vîrûsê ketine, ji wan 16 hezar û 353 jî mirine.

Li Îtalyayê zêdeyî 152 hezar kesî bi vîrûsê ketine, ji wan 19 hezar û 468 jî mirine.

Li Frinsayê nêzî 130 hezarî bi vîrûsê ketine , ji wan 13 hezar jî mirine.

Back to top button