Xelkê Amedê êrişên li ser Rojava dinirxînin

Li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava her ku diçe bertek zêde dibin.  Xelkê Amedê bertek nîşanî êrişên dewleta tirk ên li dijî Rojava dan û gotin: “Ha Rojava ha Bakur, tu cudahiya wan nîn e, ew jî kurd in, em jî kurd in û êriş li dijî kurdan e”

Gelê Amedê bertek nîşanî êrişên li ser rojava dan..

Şerîf Kizil anî ziman ku tu cudahiya êrişên li dijî Rojava û Bakur nîn in û got:

“Armanca êrişên ew e ku kurd serê xwe ranekin, ha Rojava, ha Rojhilat, ha Bakur, ha Başûr tu cudahî di nava wan de nîn e.

‘Dema mijar dibe Kurd hemû dibin yek’

Lokman Şanlî jî destnîşan kir ku armanca van êrişan destkêftiyên kurdan in û got:

Dema mijar dibe kurd, hemû dibin yek.

Dema êrişek li dijî kurdan bê destpêkirin partiyên ku ji xwe re dibêjin muxalîf amade ne ku piştgirî bidin desthilatê.

Dixwazin kurd azad nebin, armanca êrişên niha ên li dijî Rojava jî ev e.”

‘Armanc dagirkirina Rojava ye’

Mehmet Pektaş jî got: “Armanca dewleta Tirk dagirkirina Rojava û destkêftiyên kurdan in.

Lê tu cudahiya CHP’ê, partiyên muxalîf û desthilatê tune ye, li dijî kurdan hemû dibin yek.

Niha destûreke bingehîn a nû amade dikin, di wir de jî kurd tune ne.

Tenê em dikarin têbikoşin, ji bilî vê tiştek nîn e.”

‘Dixwazin Kurdan tune bikin’

Kutbettîn Porsuk jî anî ziman ku hemû budçeya heyî ji şer re tê veqetandin û got: “Sedema krîza aborî, ev şerê qirêj e.

Heke şer tune be, mirov jî ewqas nakevin tengasiyê û neçar namînin.”

Back to top button