2 Şervanên QSD’ê yên şehîd li herêma Firatê hatin oxirkirin

Îro jî li herêmê merasîmên şehîdan hebû. Li herêma Firatê û Şehba bi merasîman 3 cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin. Di merasîman de soza şopandina rêya şehîdan hate nûkirin.

Îro li herêma Firatê, merasîmên şervanên QSD’ê ên şehîd Mihemed Şêxo û Hisên Hezîfe hatin lidarxistin.

Bi sedan şênî, endamên saziyên sivîl û leşkerî beşdarî merasîmê bûn..

Di merasîmê de Cîgera hevserokên Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya herêma Firatê Neda Elcedar axivî û diyar kir ku gelê herêmê li hember gef û êrişan lawaz nabe.

Neda Elcedar got: “Ji bo parastina herêmê em amade ne li ber xwe bidin, dagirkeriya Tirk hewl dide ku dewleta Osmanî vegerîne, lê belê em ê rê nedin vê yekê.”

Hevserokê Meclisa Sirînê Ezîz Ehmed jî axivî û ev yek anî ziman: “Armanca Tirkiyê valakirina herêmê ji niştecihên wê yê resen e.”

Ezîz Ehmed bang li gelê herêmê kir ku yekgirtina xwe li hember êrişan xurtir bikin.

Merasîm bi xwendina wesîqeyên şehadetê û spartina şehîdan bi dawî bû.

Li Şehbayê şervanê hre Fehmî Mihemed hat oxirkirin

Li Şehba jî cenazeyê şervanên Hêzên Rizgariya Efîrnê Fehmî Mihemed li goristana şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehrezê hate oxirkirin.

Li vir, li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan ya Efrînê Ebdulreman Mamo axivî.

Li ser navê Meclisa Kantona Efrînê jî Mihemed Şêx Qenber axivî diyar ku gelê Kurd ev 44 sal in berxwe dide.

Piştî axaftinan, wesîqeya şehadetê hate xwendin û şehîd di nava dirûşmeyan de hate oxirkirin.

Back to top button