Nursel Aydogan: Tecrîd bi tena serê xwe rêbaza îşkencê ye

Siyasetmedar Nursel Aydogan anî ziman ku Tecrîd bi tena serê xwe rêbaza îşkencê ye. Remziye Tosûn tecrîd û êrîş bi avêtina laçika xwe ya spî li Desteya Giştî ya Meclîsa Tirkiyê şermezar kir. Parêzer Cemal Demîr jî got: Tecrîda li Îmraliyê rewşeke bêhiquqiyê ye.

Siyasetmedara Kurd Nursel Aydogan derbarê tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Apo de nirxandin kir.

Nursel destnîşan kir ku Rêber APo bi parêzeran re nikare hevdîtinê bike û got:

“Ev dijhiqûqiyek mezin e.

24 sal e tecrîdek giran li dijî Rêber APO tê meşandin.

Tecrîd bi tena serê xwe rêbaza îşkencê ye. ”

Nurselê bal kişande fikarên li ser jiyana rêber Apo bang kir ku divê bi çalakî û bernameyan tecrîd bê hilweşandin.

Remziya Tosun derbarê tecrîd û şer de helwesta xwe diyar kir

Parlamentera HDP’ê Remziye Tosûn jî li Desteya Giştî ya Meclîsê ku guftûgoyên li ser budçeyê dewam in, ji bo şermezarkirina pergala tecrîdê û êrîşên dewleta laçika xwe ya spî avêt.

Remziye diyar kir ku israrkirina di neçareserkirina pirsgirêka Kurd de, civakê ber bi karesatê ve dibe û ev tişt got:

“Ji bo dawî li pevçûnan bê, pergala tecrîdê rabibe, aştî bê ser vê erdnîgaiya birûmet, ez laçika xwe diavêjim vê derê ku biryarên ji bo şer lê tên dayîn.

Bila operasyon bên rawestandin, tecrîda Îmraliyê bê rakirin, rêya aştiya birûmet bê vekirin.”

Parêzer Cemal Demîr: Tecrîd rewşeke bêhiquqiyê ye

Parêzer Cemal Demîr jî ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û qale tecrîd û helwesta Rêber Apo ya li hemberî CPT kir..

Cemal Demîr işaret bi serdana CPT’yê ya li Girtîgeha Îmraliyê kir û got: “Ocalan ne kesekî ji rêzê ye, 20 meh in xeber jê nayê girtin.

Diviyabû CPT têkildarî serdanê hin agahî belav bikirana.”

Demîr destnîşan kir ku nebelavkirina agahiyan ji aliyê CPT’yê ve, bêhihûqîtî ye

Di dewamê de parêzer Demîr helwesta Ocalan ku hevdîtina bi CPT’yê re red kir nirxand û wiha got:

“Îmralî, girtîgeheke taybet e û birêz Ocalan bi awayekî mutleq tê tecrîdkirin.

Birêz Ocalan bi vê helwesta xwe peyama ‘nebin parçeyek vê tecrîdê, rewşeke nayê qebûlkirin’ daye.”

Back to top button