TEV-DEM: Her kes başdarî haştaga ji bo girtina qada ezmanî bibin

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), bi daxuyanyekê banga beşdariya kampanyaya hashtagê ya ku Rêveberiya Xweser ji bo girtina qada ezmanî ragihandibû kir.

Daxyanî bi beşdariya endamên yekitî û komîteyên TEV-DEM’ê, li Qamişloyê hate dayîn.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku tevî hebûna Amerîka û Rûsyayê, êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dikin û wiha dewam kir:

“Ev êriş û sûcên dewleta Tirk a dagirker li ser jiyana bi sed hezaran sivîlan û koçberên ku ji ber rewşa ewle xwe spartine herêmê, xeterî ne.”

TEV-DEMʹê piştgirî da kampanyayê hashtagê ya ku Rêveberiya Xweser ragihandibû wê di 10’ê Kanûnê de ji bo girtina qada ezmanî dest pê bike.

TEV-DEMʹê bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî yên navnetewî kir ku li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî sivîlan, helwesta xwe bikin yek û beşdarî kampanyaya Rêveberiya Xweser bibin.

PYD’ê bang li her kesî kir ku beşdarî hemleyê bibe

PYD’ê jî bi heman armancê daxuyaniyek nivîskî da û bang li hemû alîgir û dostan kir ku beşdarî hemleyê bibin.

Back to top button