Hevserokê PYD’ê Şahoz Hesen di civîneke li bajarê Helebê de axivî û got: Berxwedana gelê Efrînê li Şehbayê nameyekê dide cîhanê. Ev name jî tê wateya em ê berxwedana xwe li nêzî warê xwe dewam bikin heta bajarê me rizgar dibe.
Di civîna ku li hola civînan a taxa Şêxmeqûs a Helebê hatibû lidarxistin de bi sedan endamên Partiya Yekitiya Demokratîk amade bûn.
Hevserokê PYD’ê Şahoz Hesen di civînê de axivî di destpêka axaftina xwe de dagirkirina Tirkiyê li Efrînê û lêkirina dîwarê parçekirina şermezar kir.
Şahoz Hesen destnîşan kir ku rejîma Sûriyê hîna bi zihniyeta xwe ya neqebûlkirina gelê Kurd ve girêdayî ye û ev tişt anî ziman:
“Divê cîhan nas bike ku têkoşîna me ji bo belavkirina fikrê demokratîk û afrandina rihê biratî û aştiyê li tevahî Sûriyê ye.
Lê rejîma Sûriyê hîna bi zihniyeta ya neqebûlkirina gelê Kurd û hemû kesên azadîxwaz ve girêdayî ye.