Di 24 saetên dawî de li Iraqê 150 kesên din bi Coronayê ketin

Li Iraqê di nava 24 saetên dawî de 150 kes bi vîrûsa Coronayê ketine, 92 kes baş bûne û 4 kes jî bi vîrûsê mirine.

Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê têkildarê daneyên dawî yên virûsê daxuyaniyek nivîskî belavkir.

Wezaretê diyar kir ku di 24 saetên dawî de li Iraqê 3 hezar û 520 test hatine kirin û 150 kesên bi Coronayê ketine hatine tomarkirin.

Wezaretê anî ziman ku 4 kesan ji ber vîrusa Coronayê jiyana xwe ji dest da, 92 kes jî baş bûne.

Di dawiyê hat destnîşankirin ku li Iraqê heta niha 3 hezar û 554 kes bi Coronayê ketine, ji wan 2 hezar û 310 kes baş bûne û 127 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.

Back to top button