Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê îro li Amedê bi slogana “Ji bo aşitiyek bi rûmet, çareseriya demokratîk” mîtîngekê li dar dixe.
Mîtînga HDPê li Meydana Îstasyon a Amedê tê lidarxistin.
Li gorî daxuyaniya HDP’ê wê mîtîng îro saet 5’ê êvarê destpê dike û tê payîn ku 3 saetan dewam bike.
Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, Hevserokê Giştî yê HDPê Sezai Temellî, Hevserokên Partiya Sosyalîstên bindest, Kongreya Demokratîk a Gelan û hejmarek ji rêxistin û saziyên civaka sivîl wê beşdarî mîtînga HDPê dibin.
HDP’ê di daxuyaniya xwe de bang li gelê Amedê kir ku bi awayekî çalak beşdarî mîtînga îro bibin û peyama xwe ya aştiyê bighînin.