Fermandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî derbarê şerê li dijî DAIŞ’ê û pêşketinên li Bakur û Rojhilatê Sûrî de bi fermandarê Herêma Navîn a Fermandariya Navendî ya Koalîsyona Navdewletî Kenneth McKenzie û nûnerê Amerîkayê yê taybet ê koalîsyonê William Robak re nîqaş kir. Fermandar Mezlûm Ebdî diyar kir ku nêrînên wan û yên rayedarên Koalîsyona Navneteweyî derbarê gelek mijaran de yek in.
Îro Fermandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî û fermandarên QSD`ê, pêşwaziya fermandarê Herêma Navîn a Fermandariya Navendî ya Koalîsyona Navneteweyî Kenneth McKenzie û nûnerê Amerîkayêyê taybet ê koalîsyonê William Robak li herêma Firatê kirin.
Navenda Ragihandina QSD’ê derbarê mijarê de daxuyanî da.
Li gorî Navenda Ragihandina QSD`ê, ev mijar di civînê de hatine nîqaşkirin:
– Gefên ewlehiyê yên li ser sînorê di navbera Bakurê Sûriyê û Tirkiyê de.
– Planên kar û koordîneyê di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û Koalîsyona Navneteweyî de ji bo dewamkirina şerê li dijî terora DAIŞ`ê.
– Û Pirsgirêka kamp û dîlên DAIŞ`ê yên di destê Hêzên Sûriya Demokratîk de.
FERMANDARÊ GIŞTÎ YÊ QSD’Ê MEZLÛM EBDÎ:
NÊRÎNA ME Û KOALÎSYONA NAVNETEWÎ DERBARÊ GELEK MIJARAN DE YEK IN
Navenda Ragihandina QSD`ê diyar kir ku fermandarê giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî daxuyaniyeke kurt da çapemeniyê û got:
” Nêrîna di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û Koalîsyona Navneteweyî derbarê piraniya mijarên ku hatin nîqaşkirin de, wekî hev bûn.”
Her wiha Ebdî anî ziman ku her du aliyan li ser rêbaza diyalogê ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyî û koordîneya ji bo tunekirina DAIŞ`ê bi awayekî giştî tekez kirine.
Di demekê de ku dewleta Tirk gefan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe, ev serdan û hevdîtin pêk hat.
Bi rasthatina vê serdanê re jî nûnerê Amerîka yê taybet ji bo Sûriyê James Jeffrey hevdîtinan bi rayedarên Tirkiyê re îro û sibe pêk tîne.