Mistefa Qeleçî: Erdogan tenê dixwaze aloziya xwe derbas bike

Sekreterê giştî yê Partiya Guhertin û Ronesansê ya Sûriyeyê Mistefa Qeleçî li ser nêzîkbûna hikumeta Şamê û dewleta Tirk axivî .
Mistefa Qeleçî anî ziman ku daxuyaniyên Erdogan ên der barê Helebê de planên Tirkiyeyê yên li xaka Sûriyeyê eşkere dikin.
Qeleçî diyar kir ku lihevhatina Şam û Rêveberiya Xweser pêwîstiyeke dîrokî ye û bingeha çareseriyê ye.

Hewildanên li hevkirina hikûmeta Şamê û Tirkiyê ku bi navbeynkariya Rûsya pêk tê didome.

Lê herî dawî rayedarên Tirkî diyarkirin ku ji bo lihevkirinê divê Helebê dagirbikin.

Têkildarî Mijarê Sekreterê giştî yê Partiya Guhertin û Ronesansê ya Sûriyeyê Mistefa Qeleçî axivî.

Mistefa Qeleçî dibêje :

“Ev yek rastiya hewldanên Erdogan nîşan dide ku dixwaze tenê sûdê ji rewşê bigire da ku aloziya xwe derbas bike.

Û serkeftinê di hilbijartinên Hezîrana bê de bi dest bixe.”

Mistefa Qeleçî : Rejîma Tirk hewl dide mîsaqa millî bi cih bîne

Qeleçî ev daxuyanî Tirkiyê bi rêveçûna nêzîkbûna Şam û Enqereyê ve girê da û wiha domand:

“Ev yek tenê ji bo zêdekirina asta daxwazan ji dewleta Sûriyeyê ye, her wiha bazareke siyasî ye.

Hewldanên domdar ên rejîma Tirk hene ku Mîsaqî Millî bi cih bîne.

Delîlê vê yekê jî ew e ku ji bendên xeta Astanayê bendekî jî pêk neanîn, berevajî vê yekê her tim dereng dixe û xemseriyê dike.”

Mistefa Qeleçî : Divê Rêveberiya Xweser û hikûmeta Şamê li hev bikin

Têkildarî rêbazên bidawîkirina dagirkeriya Tirk a li Sûriyê û çareserkirina aloziyê, Mistefa Qeleçî got:

“Heke niyetên rast ên çareserkirinê hebin, divê diyalog dewam bikin da ku berjewendiyên tevahî sûriyan werin mîsogerkirin.

Lihevhatina Şam û Rêveberiya Xweser pêwîstiyeke dîrokî ye û bingeha çareseriyê ye.

Divê hemû alî ji bo pêkanîna vê armancê berpirsyariyê rakin.”

Back to top button