Salvegera 5’an a êrîşa li ser Efrînê

Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûrî bi rasthatina salvegera 5’an a êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrînê de daxuyaniyek da û got:
Bêyî rizgarkirina Efrînê û tevahî herêmên dagirkirî ne çareserî û jî îstiqrar li Sûrî pêkan e.

Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûrî bi rasthatina salvegera 5’an a êrişên ser Efrînê de daxuyaiyeke nivîskî weşand.

Rêveberiya Xweser diyar kir ku êrişa 20’ê Çile ya ser Efrînê projeya demokratîk kir armanc û destpêka dagirkirina xaka Sûrî bû.

Rêveberiyê anî ziman ku ev êriş bi bazareke qirêj pêk hat ku heta niha jî bazarên bi heman rengî li ser gelê sûrî dewam dikin û ev tişt got:

Li hemwextî van bazarên qirêj ên bi ser gelê Sûrî de û yê ku wê gelê Sûrî temen bide nîşan didin ku aloziya Sûrî bi zanebûn têye kûrkirin .

Rêveberiya Xweser da zanîn ku di ser êrişên dagirkeriya Efrînê re 5 sal derbas dibin, hîna jî dewleta Tirk ji bo firehkirina dagirkeriya xwe li Sûrî û pêkanîna qirkirin û çewsandinan, piştgiriy teror û astengkirina çareserkirina aloziya Sûrî dewam dike.

Ev sûc û binpêkirin li ber çavê cîhanê, NY û rêxistinên hiqûqî û mirovî têne kirin.

Rêveberiya Xweser destnîşan jî kir ku Efrîn bajarê istiqrar û ewlehiyê bû, bi hezaran koçber ji gelek herêmên Sûrî vehewandibûn, lê dagirkeran ew veguherandiye bajarê kuştin, talan û wêraniyê.

Rêveberiya Xweser kirinên dagirkeran şermezar kir û got:

Pêwîste demildest ev kirin werin rawestandin û dagirkerî bi dawî bibe,

Bêyî rizgarkirina Efrînê çareserî li Sûrî nepêkan e

Her wiha divê hesab ji berpirsên sûcan ‘dewleta Tirk û çeteyên xwe’ were xwestin û darizandin.

Rêveberiyê tevahî şehîdên berxwedana Serdemê bi bîranîn û teqez dikin ku têkoşîna me ji bo rizgarkirina Efrînê wê dewam bike.

Di dawiyê de rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûrî teqez kir ku bêyî rizgarkirina Efrînê û tevahî herêmên dagirkirî ne çareserî û jî îstiqrar li Sûrî pêkan e.

Back to top button