YPG’ê nasnameya du şervanan eşkere kir

Navenda Ragihandin û çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya du şervanan ku di dem û li cihên cuda de şehîd bûne eşkere kir. YPG’ê di daxuyaniya xwe de sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza şopandina rêya wan nû kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya du şervanan eşkere kir.

YPG’ê diyar kir ku şervanê wan Hozan Peyaniş di encama nexweşiyekê de û endamê Yekîneyên Antî Teror Şevreş Qamişlo jî di pêngava li Dêrazorê de ya li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê de şehîd bûn.

YPG’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku endamê Yekîneyên Antî Teror Şevreş Qamişlo di pêngavê de birîndar bibû û 27’ê Hezaîrê şehîd bû.

YPG’ê anî ziman ku şervanê wan Şevreş Qamişlo di operasyon û pêngavên li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê de gav paş de neavêt û bi biryardarî tevlî bû.

YPG’ê li ser Hozan Peyaniş wiha got,

“Heval Hozan bi ruhekî seferberî, li dijî êrîşên şoreşa Rojava û bakurê Suriyê ku pêş diketin tevlî refên şoreşê bû.
Ji têkoşîna li ser bingeha azadî û demokrasiyê ya gelan bawer kir û kêlî bi kêlî li dijî her cure êrîşan têkoşîn meşand.”

YPG’ê di dawiyê de sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza şopandina rêya wan nû kir.

Li gorî daxuyaniyê nasnameyên şehîdan wiha ne,

Elî Elî bi nasnav Şevreş Qamişlo

Li Qamişlo ji dayik bûye

27’ê Hezîrana 2020’an li Dêra Zorê şehîd bû

Omer Dînçer bi nasnav Hozan Peyaniş,

6’ê Hezîrana 2020’an li Hesekê şehîd bû.

Back to top button