Komîteya Bijîşkan a Şerî xebata rakirina cenazeyan li Dêra Zorê dewam dike.
Komîteyê 74 cenaze li herêmên cuda yên li bajarokê Hecînê rakirin.
Piraniya van cenazeyan jî yên çeteyên DAIŞ’ê ne.
Komîteya Bijîşkan a Şerî ya girêdayî Meclisa Sivîl a Dêrazorê lez da rakirina cenazeyên di gorên komî yên li zeviyên çandiniyê de.
Komîteyê 74 cenaze rakirin û xebata rakirina cenazeyan wê heta bidawîkirina cenazeyan bidome.
Alîkarê bijîşkê şerî Ehmed Îsa têkildarî rakirina cenazeyan ev agahî da:
“Cenaze bi awayekî mezin li zeviyên çandiniyê û di bin kavilan de belav bûne.
Bêhna cenazeyan li ser tendirustiya şêniyan bandoreke neyînî çêdike.
Ji lew re em cenazeyan radikin û vedişêrin.”
Îsa diyar kir ku 3 gorên komî li bajarokê Hecînê hene û nêzî 300 cenazeyên sivîl û yên çeteyên DAIŞ’ê tê de ne.
Komîteya Bijîşkan a Şerî ji nêzî 2 mehan ve bi alavên destpêkê, dest bi rakirina cenazeyan li herêm û gundewarên bajarokê Hecînê kiriye.