EMERÎKA PLANNAMEYEKÊ JI BO ÇARESERIYA SIYASÎ PÊŞKÊŞÎ RÛSYAYÊ DIKE

Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê ji bo çareserkirina aloziya Sûrî planek ji 8 xalan pêk tê pêşkêşî Rûsiyayê kir. Piraniya xalan jî li ser hevkariya di warê şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê û rêgirtina li ber berfirehbûna desthilata Îranê li herêmê de ne.

Rojnameya Şerq-El-Ewset a Siûdî ragihand ku Amerîka ji bo peydakirina çareseriyeke siyasî ji aloziya Sûrî re planek ku ji 8 xalan pêk tê ji Rûsiyayê re pêşkêş kiriye.

Di Gulana borî de, Wezîrê Karê Derve yê Emerîkayê Mike Pompeo, li gel serokê Rûsiyayê Viladîmir Pûtin û Wezîrê Karên Derve Sirgy Lavrovo re hevdîtin pêk anî.

Di hevdîtinê de Pompu planek ji bo çareserkirina aloziya Sûrî ji Rûsiiyayê re pêşkêş kir.

Di plana Emerîka pêşkêş kirî de ev xal hene.

-Pêkanîna biryara navdewletî ya 2254’an.

-Hevkariya di warê şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de.

-Rêgirtina li ber berfirehbûna desthilata Îranê li herêmê.

-Tunekirina çekên nuklerî li Sûriyê.

– Peydakirina alîkariyên mirovî.

-Destekdayîn bi çareseriya siyasî û dewletên cîran re.

-Hevkarî di milê vegerandina koçberên Sûrî ji bo welatê wan.

-Darizandina berpirsên ku destên wan di komkujî û sûcên der-mirovî de li Sûrîyê hene.

Li gorî rojnameya Şerq El – Ewset Rûsiya wek destpêk bi awayekî erênî nêzîîkî vê planê bûye.

Ev di demekê de tê ku Rûsiya, Emerîka û Îran xwe amade dikin da li paytexta Israîl Til Ebîbê li hev bicivin.

Civîn wê heftiya bê were lidarxisitn.

Naveroka civînê jî mijarên girêdayî Rojhilata Navîn in, nemaze aloziya Sûriyê.

Leave a Reply

Back to top button