Amerîka, navê Sûdan ji lîsteya terorê radike

Piştî 27 salan, Dewletên Yekbûyî yên Amerîka, fermî Sûdan ji lîsteya xwe ya terorê derdixe.

Balyozxaneya Amerîkî ya li Xurtûmê ragihand, ku biryara derxistina Sûdanê ji lîsteya terorê, îro 14’ê Kanûnê dikeve meriyetê.

Beriya niha çavkanîne dîplomasî yên Sûdanî eşkere kiribû ku Wezareta Derve ya Amerîkayê, amadekariyên derxistina Sûdanê ji lîsteya terorê bi dawî kirine.

Cotmeha borî, piştî asakirina têkiliyên wê bi Îsraîlê re, serokê Amerîkayê Donald Trump, rakirina navê Sûdanê ji lîsteya terorê ragihand.

Ji ber hewandina kesayetên terorîst, di serî de serçeteyê berê yê Qayîdayê Usama Bin Ladin, Sûdan sala 1993 ket lîsteya terorê.

Back to top button