Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye malên yekqatî ji 2 hezar û 300 malbatên mexdûrên erdhejê re peyda kirin.
Piştî erdheja ku pêk hatî gelek mal hilweşiyan û gelek malan jî zerar dîtin, di encamê de malbat bê mal man.
Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê ji bo 2 hezar û 300 malbatan malên yekqatî peyda kirin.
Piştî peydakirina van malan, konên ku li kolan, park û qadên vala de hatibûn vegirtin, hatin rakirin.
Endamê Rêveberiya Komîteya Peymana û Niştecihbûnê ya şaredariyê Menan Ebdî derbarê mijarê de axivî û got:
”Me ji bo malbatên ku êdî malên wan tê de nayê jiyîn û bi hilweşînê re rû bi rû ne jî mal li rojavayê taxê peyda kirin.
Ebdî destnîşankirin ku veguhastina şêniyan bi awayekî birêxistinkirî di navbera komîn û şaredariyê de pêk hat.