Duh, li bajarê Reqayê mayînek teqiya û îro jî 3 bombeyên din ên ji bermahiyên çeteyên DAIŞ’ê teqiyan.
Nûçeghanê me ragihand ku “vê sibê, 3 bombeyên DAIŞ’ê li nêzî nexweşxaneya El-Tib El-Hdîs a Reqayê teqiyan.
Di encamê de, zirarên madî gihiştin malên sivîlan.
Duh jî, Hêzên Ewelekariya Hindir a Reqayê ragihand ku “li Taxa El-Intîfada ya heman bajarî, mayînek teqiya.. di encamê de zarokek şehîd û yek jî bi giranî birîndar bû.
Hêzên Eewlekariyê destnîşan kir ku “ew rêkar û lêgerîna li kesên ev yek pêk aniye, dewam dikin”.
Berî çend rojan jî, li Dêra Zorî bombeyeke çandî teqiya û di encamê de, zarokekî 15 salî şehîd û 2 sivîl jî birîndar bûn..
Di dema ku herêm bi tedbîrên li dijî belavbûna vîrûsa Coronayê mijûl e, şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê êrîşên xwe zêde kirine.