Ji bo meha Remezanê, Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê daxuyaniyek da û hêvî kir ku “ev meh bibe sedema yekîtî, zindîbûn û azadiya Kurdan. Komîteyê her wiha bang li Kurdistaniyên çaralî û yên li derveyî welat kir ku “zekatên xwe nedin dagirker û sazî û kesên girêdayî wan”.
Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê bi boneya rojiya meha Remezanê, daxuyaniyek da.
Komîteyê bi bîr xist ku “Misilman di vê meha pîroz de rojî digirin ji ber ku xwedî wateyeke cihê ya îbadet û tefekûrê ye.
Komîtyê got:
“Bi vê boneyê, em hêvî dikin ku “lava û hêviyên Misilmanan ku berê xwe didin rastî, edalat, xwîşk û biratiyê, qebûl bibin. ”
Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê, ji hemû Mislimanên halxweş, xwest ku nanê xwe bi cîranên xwe yên hewce re par ve bikin û got:
“Em fermana exlaqî, ya dibêje ‘dema ku cîranek birçî be, kesên bi zikekî têr radizên ne ji me ye’ ji xwe re esas bigirin û ji bîr nekin”.
KCK’ê: Fitre û zikatan bidin sazî û kesên welatparêz
Komîteyê têkildarî dayîna fitre ê zekatan jî, ev bang li Kurdistaniyan kir:
“Fitre û zekatên xwe bidin sazî û kesên welatparêz.
Kurdistaniyên li Bakur û li derveyî welat jî, divê zikata xwe nedin dewleta Tirk, sazî û kesên girêdayî wê.”
Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de, hêvî kir ku “ev meh bibe sedema yekîtî, zindîbûn û azadiya Kurdan”.