KJK: Bersiva herî mezin yekîtiya netewî ya jinên Kurdistanê ye

Koordînasyona KJK’ê jî derbarê êrîşan diyar kir dewleta mafyayî ya Tirk wê bi têkoşîna hevpar û rêxistinî ya tevgerên azadiya jinan were hilweşandin.

Koordînasyona KJK’ê bi daxuyaniyeke niviskî banga ”yekîtiya netewî ya jinan” li jinên Kurd kir û wiha got:

Rejîma darbekar a faşîst a AKP-MHP’ê li Kurdistanê û Tirkiyê tim li dijî civakê û jinan şer dike.

Geşedanên dawî nîşan didin dewleta Tirk bûye dewleta mafyayê.

Bi operasyonên dagirkeriyê yên li ser xaka Başûrê Kurdistanê, êriş li dijî destketî û şoreşa jinê ya li Rojava, Bakur, Rojhilat, Şengal û Mexmûrê tê kirin.

KJK’ê: Wê bi têkoşîna jinan hilweşin

Kordînasyonê bi bîr xist ku bi têkoşîna jinan rejîma faşîst a AKP-MHP’ê bi rêjeyeke zêde qels bûy e û weha domand:

Sedema krîza aborî, ekolojîk, siyasî û civakî ji ber ne-çareserkirina pirsgirêka azadiyê ya jinê ye.

Divê jin xeta têkoşîna hevpar deynin, ji ber tifaqa AKP-MHP’ê wê bi têkoşînê hilweşe.

Xweparastina ku bi pêşengiya jinên Kurd tê kirin, di serî de parastina jinên Tirkiyê parastina hemû jinên cîhanê ye.

Koordînasyonê dawiyê diyar kir ku li dijî êrîşên dagirker bersiva herî mezin wê Yekîtiya Netewî ya Jinên Kurdistanê be.

Back to top button