Ji bo zarok Zeyneb Îbrahîm merasîma sersaxiyê hat lidarxitin

Ji bo zaroka bi navê Zeyneb Îbrahîm a ku doh di encama topbaran dagirkeriya tirk de şehîd bû merasîma sersaxiyê hat li dar xistin.

Merîsîma Şehîd Zeyneb Îbrahîm îro li gundê Mezin hat lidarxistin.

Li merasîma sersaxiyê piştî rêzgirtinê, gelek axaftin hatin kirin.

Piştî axaftinan, nasnameya şehîd Zêneb ji aliyê mamoste Nûra Îbrahîm Hesen ve hat xwendin.

Paşê, Bavê şehîd zeyneb Hisên Îbrahîm û dayîka wê fatme jî axivîn û soza şopandina riya şehîdan dan.

Doh ango 5 hizêranê, zaroka bi navê Zeyneb Îbrahîm di encama topbarana dagirkeriya Tirk de li gundê Kulûtê a navçeya şêrawe şehîd bibû.

Back to top button