Rêveberiya Kampa Girê Spî pêşwazîkirina 500 malbatî kir

Rêveberiya Kampa Koçberên Girê Spî, piştî bidawîkirina firehkirina beşê 3’emîn a kampê dest bi pêşwazîkirina 500 malbatî kir.

Rêveberiya Kampa Koçberên Girê Spî destpêka Mijdara sala borî xebatên firehkirina beşa 3’emîn a kampê dabû destpêkirin.

Rêveberiyê 500 malbatên din ên ku li Reqa û Tebqayê dimînin û di rewşên zehmet de bû lê bi cih kir.

Li ser vê yekê Hevserokê Kampa Koçberên Girê Spî Mihemed El-Şêx got: “Îro me dest bi pêşwazîkirina malbatan kir.

Rêveberiya kampê 85 malbatên redîf ku bê cih mabûn, derbasî kampê kiribûn û li gel malbatên din bi cih kiribû.

El-Şêx got: 920 malbat li arşîva rêveberiyê qeydkirî ne, dê malbatên din yên herî hewcedar werin hilbijartin.

Kampa Koçberên Girê Spî 22’yê Mijara 2019’an ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hate avakirin.

Di kampê de niha 3 hezar û 350 koçber di nava 720 malbatî de hene.

Back to top button