Duyemîn kongreya Partiya Yekitiya Demokratîk a şaxa Helebê hatibû li darxistin bi hilbijartina rêveberan û biryaran bi dawî bû.
2. kongreya PYD’ê bi silogana “Bi rêveberî û bi rêxsitin em ê Efrînê rizgar bikin û Sûriyeke nenavendî û demokratîk ava bikin” û bi beşdariya 260 deledeyan pêk hat.
Di kongrê 10 rêveberên buroya partiyê ya Helebê hatin hilbijartin û rêveberên nû sûnd xwarin.
Kongre bi derxistina biryaran bi dawî bû:
Ji wan biryaran:
– Armanca me ya sereke rizgarkirina Efrînê û rakirina tecrîda li dijî Rêber Ocalan e.
– Ji bo xurtkirina rola partiyê di saziyan de û pêşxistina xebatên buroyên partiyê dê xebat were kirin.
– Asta îdeolojî li gel kadoriyên partiyê û rola jin û ciwana di partiyê de dê were pêşxistin.
– Têkilî bi hemû partiyan re werin xurtkirin.
– Parastina destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûrî.