Ermenistan û Azerbeycan hevûdu bi binpêkirina agirbestê tawanbar dikin

Azerbeycan û Ermenistan, hevûdu bi binpêkirina agirbesta mirovî ya li Qerebaxê, ku bi navbeynkariya Rûsyayê hatibû ragihandin, tawanbar dikin.
Grûpa Minsk jî bang li her du aliyan dike ku şer rawestînin û rê li pêş encamên xerab li ser tevahiya herêmê bigirin.

Piştî ragihandina agirbesteke mirovî li herêma Qerebax di navbera Ermenistan û Azerbeycanê de bi 3 rojan, her du alî hevûdu bi binpêkirina agirbestê tawanbar dikin.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Azerbeycanê Facîn Darcalîn ragihand ku hêzên Ermenî herêmên Azerbeycanê topbaran dikin û teqez kir ku welatê wî agirbestê binpê nake.

Ji aliyê xwe ve, berdevka Wezareta parastinê ya Ermenistanê Şûşan Stepaniyan ev tawan red kirin û diyar kir ku hêzên Azerî operasyonên xwe yên leşkerî dewam dikin û topbarana wan li başûr, bakur û bakur rojhilat jî berdewam e.

Di heman çarçoveyê de, grûpa Minsk bang li Ermenistan û Azerbeycanê kir ku yekser şer rawestînin û rê li ber encamên xerab li ser herêmê bigirin.

Serokê Ermenistanê Ermîn Serkîsyan ji rojnameya ”Bild” a Almanî re axivî û diyar kir ku tevgera Enqere derbarê şerê li Qerebaxê de cihê metirsiyê ye û got:

”Hebûna aliyekî sêyem di vî şerî de aloziyê kûrtir dike”.

Dewleta Tirk bi şandina çeteyan ji Sûriye ber bi Qerebaxê ve, ji bo alîkariya hêzên Azerî li dijî Ermenistanê, tê tawankirin, lê Baku vê yekê red dike.

Li gorî Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan jî, heta niha 119 çeteyên ku Tirkiye ew şandine Qerebaxê, di şerê li vê herêmê de hatine kuştin.

Herêma Qerebax ku piraniya niştecihên wê Ermen in, di salên 1992-1994’an de, piştî şerekî dijwar ku bêhtirî 30 hezar kuştî li pey xwe hişt, ji Azerbeycanê veqetiya.

Back to top button