Rûspiyên eşîrên Hesekê: Bi hevgirtina pêkhateyan ewlehiya herêmê hat parastin

Rûspiyên eşîrên kantona Hesekê diyar kir ku bi hevgirtina civakî û di bin sîwana Rêveberiya Xweser de, hemû komplo û planên li dijî herêmê, hatin têkbirin.
Rûspiyan teqez kir ku bi hevgirtina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, herêm ewletir û aramtir dibe.

Dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê hewl didin bi rêya sîxurên xwe û şaneyên DAIŞ’ê şerekî navxweyî li herêmê derxînin.

Armanca herdu aliyan ji hedefgirtina êl û serokeşîrên Dêra Zor û Reqayê, tunekirina destkeftiyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Lê pêkhatiyên herêma di bin sîwana Rêveberiya Xweser de, destkeftiyên şoreşa xwe parastin û hemû plan û komployên derve ku gefê li aramî û ewlehiya herêmê dixwin, têk birin.

Derbarê mijarê de, Serokê meclisa qebîla El-Cebûr a bajarê Hesekê Fewaz El-Zewbai diyar kir ku bi hevgirtina civakî hemû komplo û planên li dijî herêmê, têk çûn.

Fewaz El-Zewbai destnîşan kir ku ji ber ew alî ji hevgirtin û yekîtiya pêkhateyên herêmê ditirsin, hewl didin fitneyê derbixin û aramiya herêmê têk bibin.

Şêxê eşîra El-Bo Selah Mihemed El-Salim jî destnîşan kir ku hevgirtin û hezkirina pêkhateyan ji hev re, hêmana sereke ya aramiya herêmê bû.

Serokeşîreya Omera Mihemed Tahir Namo jî teqez kir ku bi saya Hêzên Sûriya Demokratîk ku hemû pêkhateyên herêmê cihê xwe di nav de digirin, hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin rizgarkirin.

Rûspiyên eşîrên kantona Hesekê di dawiyê de teqez kir ku bi hevgirtina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, herêm ewletir û aramtir dibe.

Back to top button