Saziyên Êzidîyan ên li Ewropayê wê ji 15’ê Cotmehê û pêde dest bi çalakiyan bikin

Saziyên Êzidiyan ên li Ewropayê, li dijî peymana Hewlêr û Bexdayê ya li ser Şengalê wê ji 15’ê Cotmehê û pê de dest bi çalakiyan bikin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, hem li Êzidxanê hem jî li her devera cîhanê wê Êzidiyên bi rûmet li ber vê plane rabin û bi hemû hêza xwe li ber xwe bidin.

Sazî û rêxistinên Êzidî yên li Ewropayê wê li dijî peymana di navbera Hewlêr û Bexdayê de ku li ser Şengalê hat kirin dest bi çalakiyan bikin.

Têkildarî mijarê li ser nave sazî û rêxistinên Êzidî daxuyaniyek hat dayîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin,

“Ji 15’ê Cotmehê û pê ve bi navê saziyên Êzidiyan em li ber Parlamenta Elmanyayê û sefaretxaneyên bilind ên dewletên bi bandor dest bi çalakiya nobeda protestoyî dikin. Ev peymana xiyanetê ya ku di navbera hikumetên Bexda û Hewlêrê de destpêka meha Cotmehê di şexsê Şengalê de li dijî Êzidiyan hemûyan hate çêkirin, destnîşankirina sûcên qirkirinê yên her du aliyên navborî ye.”

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin, her du aliyên ku divê ji qirkirinê sûcdar bên nîşandan û rewabûna wan bi temamî nemaye, bingeha ji nûve qirkirina Civaka Êzidî amade kirine.

Di daxuyaniyê de hat gotin, li şûna ku li pêşberî civakeke ku hewl dide birînên xwe yên ji ber qirkirinê bipêçe rexnedayina xwe bidin û statuya vê civakê weke mafekî mayinde qebûl bikin, ketine nava hewldaneke ku ‘hem sûcdar in, hem jî xwe mafdar dibînin’ û wiha hat dewam kirin;

“Civaka Êzidî wê teqez rê nede vê yekê û qebûl neke. Hem li Êzidîxanê hem jî li her devera cîhanê wê Êzidiyên bi rûmet li ber vê rabin û bi hemû hêza xwe li ber xwe bidin.”

Di daxuyaniyê de bang li civaka Êzidî û hêzên demokratîk hat kirin ku piştgiriyê bidin çalakiya ku wê 15’ê Cotmehê destpê bike.

Back to top button