Îro salvegera 5’an ya Meclîsa Sûriya Demokratîk e.
MSD’ê bi boneya salvegera xwe ya 5’an daxuyaniyek da û diyar kir
MSD, ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê û pêkanîna xewnên gelê Sûriyê hat damezirandin û vê rola xwe dewam dike.
9’ê Kanûna 2015’an Meclisa Sûriya Demokratîk bi armanca çareserkirina kirîza Sûrî û parstina yekitiya xaka wê bi rêya demokrasiyê, weke hevalbendiya hêz û tevgerên Sûrî hat avakirin.
Îro Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD),bi boneya salvegera xwe ya 5`emîn daxuyaniyek da.
MSD’ê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku ew projeya tevahî Sûriyê ne, da ji wan re levegerek û nêrîna siyasî be û got:
“Em ji destpêka damezirandina xwe û heta bi vê kêliyê jî, hewl didin rêya nîştimanî çalak bikin”.
MSD’ê bal kişand ser komxebat û diyalogên li derve û hindir û anî ziman ku ev xebat ji bo çareseriya siyasî û lihevkirinê ne.
MSD’ê, di daxuynaiyê de soza xwe bi gelê Sûriyê re nû kir ku ew ê ji bo bidawîkirina dagirkeriya Tirk û li ser bingeha hemwelatîbûna rastîn û pergala ne-navendî û demokratîk xebatê bidomînin.