Dewleta Tirk a dagirker rojana gundewarê Bakur û Rojhilatê Sûrî topbaran dike.artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundewarê Şehba û bendava Şehbayê topbaran kir.
Artêşa dagirker vê sibê, gundên Semuqa, Til Medîq û bendava Şehba yên kantona Şehbayê bi dijwarî topbaran kir.
Hate ragihandin li derdora 70 li herêmên navborî ketine û ziyanek mezin gîhîştiye zeviyên gundiya.
Topbaran berdewam e.
Dagirkeran gundên Til Temir û Zirganê topbaran kir
Artêşa dagirker doh êvarê jî gundên Qibûr Qeracina û Şêx Elî yên bakurê navçeya Til Temirê yên li ser rêya navçeya Zirganê bi obus û hawnan topbaran kir.
Topbarana artêşa dagirker bi awayeke ketûber heta derengiya şevê berdewam kir.
Hemwextê topbaranê, balafirên bê mirov û biçek jî li ser herêmê geriyan.