Rûsiyên Eşîran: Tirkiyê dixwaze pêkhateyên herêmê qir bike

Rûspiyên eşîrên Kurd û Ereb dan zanîn ku Tirkiyê tenê Kurdan nake armanc, hedefa wî hemû pêkhateyên herêmê ye.

Rûspiyê eşîra Omeriye, Mihemed Reşad Hec Xelîl dibêje: “Tirkiyê şerê qirkirinê li pêkhateyên herêmê dide meşandin.

Êrişên wî ne tenê li dijî Kurda in. Ew hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûrî dike armanca êrişan.”

Xelîl diyar kir ku bi rêya wan êrişan dewleta Tirk dixwaze axa Sûriyê û Iraqê dagir bike û serdema Osmanî vejîne.

Rûspiyê eşîra El-Bûmiêş a qebîleya Begara, Xelîl Hemad Telai jî nerazîbûn nîşanî dagirkeriyê da û ev tişt anî ziman:

“Em miletek in û xwedî dozekê û xakekê ne, parçekirina welêt di aliyê navneteweyî de û di aliyê qanûnî de jî qedexe ye.”

Xelîl Hemad di dawiyê de bang li tevahî eşîr û pêkhateyan kir ku li hember êrişan hevgirtî bin û yekîtiya xwe ava bikin.

Back to top button