Fîlma Gava Şitil Mezin Dibin a Komîna Film a Rojava.
Duh li Kobanê hate pêşandan.
Bi sedan şêniyên Kobanê li hola Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ji bo temaşekirina film hazir bûn.
Film ji aliyê Komîna Film a Rojava bi hevkariya Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Firatê hatiye çêkirin..
Çîroka wê rojek ji jiyana malbatekê ji Kobnaê ye ku mast difroşin û zarokekî ku dayik û bavê wî şehîd ketine..
Derhênerê filmê Rêger Azad Kaya diyar kir ku ev film bi keda şêniyên bajêr hate kişandin.
Rêger Azad Kaya got:
“Me xwest, balê bikişînin rewşa zarokan ku di şert û mercên herî dijwar de ji ber şer, dijîn.
Ji ber wê hîna gelek zehmetiyan dikişînin.”