Cenazeyên Dendeh Zexîra li Şedadê hate oxirkirin

Cenazeyê şervanê QSD’ê Dendeh Zexîra bi merasîmekê li goristana şehîdan ya Şedadê, oxir kirin. Şêniyên navçeyên Qamişlo sersaxî dan malbata Şehîd Ehmed El-Meşan.

Şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk Dendeh Zexîra di 30’ê Tîrmeha borî li herêma Girê Spî dema li ser erka xwe bû, şehîd bû.

Îro bi sedan şêniyên navçeyên bi merasimekê şehîd Dendeh Zexîra li goristana şehîdan ya li navçeyê oxirkirin.

Di merasima oxirkirinê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Ebîr EL-Nezal û ji fermandarên QSD’ê Kazim Hesekê axivîn û sersaxî ji malbata Şehîd re xwestin û soza berdewamiya riya şehîdan da.

Di dawiyê de, wesîqa şehadetê hate xwedin û cenaze bi diruşman hate veşartin.

Şêniyên Girkê Legê, Dêrik û Çil Axa sersaxî dan malbata şehîd Ehmed El-Meşan

Her wiha şêniyên Girkê Legê, Çil Axa û Dêrikê çûn bin konê sersaxiyê yê ji bo şehîd Ehmed El-Meşan ku li gundê Arûr El-Ereb yê Girkê Legê hatiye vedan..

Di bin kon de, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan ya Dêrikê Mehmûd Ehmed axivî û diyarkir ew bi saya fedekariyên şehîdan gihaştin vê astê.

Her wiha yek ji fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk Mehyedîn Xêrikî jî axivî û soza da ku ew ê li şopa şehîdan bimeşin.

Back to top button