TEV-DEM’ê, Kongra Star, Rêveberiya Xwerser, Kongra Gel, KJK’ê û KNK der barê salvegera êrişa DAIŞ’ê ya 3’ê Tebaxê ya li dijî civaka Êzidî, daxuyanî dan. Di daxuyanaiyan de bang li civaka navneteweyî û NY hat kirin ku li hember komkujiyê, berpirsyariya xwe bi cih bînin û komkujiyê wekî jenosîd nas bikin.
Bi wesîleya salvegera 8’an a êrişa DAIŞ’ê ya li ser Şengalê daxuyaniyên cuda hatin dayîn û şehîdên komkujiyê hatin bibîranîn..
Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê derbarê mijarê de daxuyaniyek da û wiha got,
“Komkujiya Şengalê sûcekî şer ê li dijî mirovahiyê ye, ku tê de bi hezaran zarok, jin, kal û pîr bûn qurban.1
TEV-DEM’ê îşaret bi rola şervanên Tevgera Azadiya Kurdistanê ya di wê demê de kir û got:
1Şervanên Azadiyê ji bo rizgarkirina jiyana bi sedhezaran Êzidiyan qurbanî dane.
Ev bû destpêka şoreşeke nû, vegerandina ruh û vejîna civaka Êzidî.
TEV-DEM’ê bang li civaka navneteweyî kir ku li hember komkujiyê, berpirsyariya xwe bi cih bînin.
Kongra Star: Armanc ji komkujiya Şengalê qirkirina Êzidiyan û tunekirina dîrok wan bû
Kongra Star jî bi heman armancê daxuyaniyek da û şehîdên komkujiya Şengalê bi bîr anî û got: “Komkujiya ku li dijî civaka Êzidî pêk hat, bi lihevkirinên plankirî û piştevaniya hevalbendên çeteyên DAIŞ`ê di serî de dewleta Tirk û bi hevkariya PDK`ê, pêk hat.
Armanc jê qirkirina Êzidiyan û tunekirina dîrok û çanda wan bû.”
Kongra Star bang li civaka navneteweyî kir ku komkujiya Şengalê weke jînosayîd nas bikin û Rêveberiya Xweser a Şengalê jî nas bikin.
Rêveberiya Xweser: Divê komkujiya Şengalê weke jenosîd bê naskirin
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bi daxuyaniyekê Fermana 3’ê Tebaxê şermezar.
Di daxuyaniyê îşaret bi rola YPG’ê û YPJ’ê a di rizgarkirina bi hezaran Êzidiyan ji komkujiyê hate kirin û serkeftina li dijî çeteyên DAIŞ’ê a li Baxozê weke beşekî sereke yê tolhildanê hate binavkirin.
Rêveberiya Xweser bang li hemû rêxistinên mafên mirovan û yên navneteweyî kir ku komkujiya Şengalê weke “jenosîd” nas bikin.
Kongra Gel: Divê di serî de Kurd û hemû mirovahî li Şengalê xwedî derkeve
Kongra-Gel jî bi heman armancê daxuyan da û qurbaniyên fermanê bi bîr anî.
Kongra-Gel bi bîr xist ku PDK’ê û artêşa Iraqê gelê Şengalê li hemberî êrîşa çeteyên DAIŞ’ê neparast û ew weke şirîkê vê komkujiyê û berpirsyarê wê bi nav kir û wiha dewam kir:
“Heta ku komkujiya Şengalê neyê qebûlkirin û statuya Şengalê bi fermî neyê pejirandin, xeterî wê li ser Şengalê hebe.
Lewre, pêwîst e tevahî rêxistin û saziyên Kurdistanê li Şengalê xwedî derkevin û pejirandina komkujiyê û statuya gelê Şengalê ji Neteweyên Yekbûyî bixwazin.
KJK: Ji bo ku careke din ferman pêk neyê divê Statuya Şengalê bê naskirin
Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistan (KJK) derbarê salvegera komkujiyê de daxuyaniyeke nivîskî da ev got:
” Di fermana li ser civaka Êzidî de berpirsyariya PDK û hêzên Iraqê heye.
Ji bo ku dîsa qirkirin pêk neyê, divê ev alî xweparastin, îrade, xwerêveberiya vê civakê qebûl bikin û piştgiriyê bidin.”
KJK’ê bang li hêzên navdewletî kir ku li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Civaka Êzidî ku dixwaze plana DAIŞ’ê bibe serî bêdeng nemînin.
KNK: Divê Şengal di nav Kurdistanê de xwedî statûyeke xweser be
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê-KNK’ê jî bi heman armancê daxuyaniyek da.
KNK’ê da zanîn di rewşa heyî de pêwîst e Şengalî hem xwe biparêzên û hem jî xwe rêvebibin,
û ji bo vê divê di nava Kurdistanê de, Şengal xwedî statûteyek taybet û xweser be.
KNK’ê bang li PDK’ê û Hikûmeta Iraqê kir ku dev ji planên xwe yên mîna 9’ê Cotmehê berdin û îradeya gelê Şengalê nas bikin.