Soran Omer: Mafê destnedanê nebe jî ezê ji van re bêjim hun dizin

Parlamenterê Komela Îslamî Soran Omer li dijî rakirina mafê destnedayîna wî got, Mafê destnedanê li ser min hebe yan jî nebe, ezê hertim bêjim ev dizin û vî welatî talan dikin. Tevgera Azadî jî banga avakirina eniyek berfireh a muxalefetê kir.

Doh li Parlamentoya Herêma başûrê Kurdistanê bi 57 dengan mafê destnedayînê (parêzbendî) yê Parlamenterê Komeleya Îslamiya Kurdistanê Soran Omer jê hate standin.

Soran Omer têkildarî mijarê li baregeha Komela Îslamî ya li Silêmaniyê civînek çapemeniyê lidarxist.

Soran Omer rakirina mafê destnedana parlementeran wek destpêka karekî metirsîdar binav kir û got,

“Êdî her kesek ji vana re bêje gendel wê bidin dadgehê, ew nikarin parlamentoyê bigrin lê dixwazin devê parlamenteran bidin girtin.

Soran Omer da zanîn ger ew li parlamentoyê be û mafê destdanê hebe yan jî nebe jî ew ê hertim bêje ku ev dizin û dahata vî welatî didizin.

Pêwîste em eniyek berfireh a muxalefetê ava bikin

Tevgera Azadî jî bi daxuyaniyekê banga dirûstkirina eniyek berfireh a muxalefetê kir û got :

Mixabin 7’ê Gulanê weke rojek din a reş kete nava dîrokê.

Carek din parlamento û demokrasiya li Herêma başûrê Kurdistanê hate bêdeng kirin.

Tevgera Azadî di dawiya daxuyaniya xwe de biryarên parlamentoya başûrê Kurdistanê şermezar kir û got:

Em li hemberî vî aqilî, pêşniyara dirûskirina eniyek berifeh a muxalefetê dikin.

Doh dema mafê destnedanê yê Soran Omer xistin dengdanê, seroka parlamentoyê, koma YNK’ê, Goran, Komel, Yekgirtû, Nifşê Nû, Azadî û parlamenterên serbixwe runiştinê boykotkirin.

Back to top button