Li Iraqê, di operasyonên cuda de, komek çeteyên DAIŞ’ê ji hêla hêzên Iraqî ve hatin girtin.
Rêveberiya giştî yê artêşa Iraqê regihand ku di operasyonekê li navçeya Selaheldînê de, 5 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin.
Rêveberiyê da xuyakirin ku têkiliya 2 ji wan bi komkujiya Spayker a sala 2014’an ve heye.
Di operasyoneke din jî, 7 çeteyên DAIŞ’ê li rojhelatî Mûsilê hatin girtin.