Şaredariya Gel li Tirbespiyê avê li gel belav dike

Piştî ku li gelek deveran ji ber êrişên dijwar ên dewleta Tirk a dagirker av qut bû, Şaredariya Gel a navçeya Tirbespiyê ji bo belavkirina avê li xelkê ketiye nava liv û tevgerê.

Di êrişên dewleta Tirk a dagirker ên ji 4’ê Cotmehê li dijî herêmên dewam dikin de, gelek navendên jiyanî û saziyên xizmetê û di nav de stasyonên av û Elektirîkê hatin hedefgirtin.

Ji lewre xelkê gelek bajar û navçeyan bê av man.

Şaredariya Gel a navçeya Tirbespiyê ji bo çareserkirina pirsgirêkê avê li xelkê navçeyê belav dike.

Xebatkarên şaredariyê ji saet 8:00’ê sibehê ve bi sehrîcan ava vexwarinê li taxên navçeyê belav dikin.

Back to top button