Malbatên Şehîdan yên Kobanê komploya 9’ê Cotmehê şermezar kirin

Saziya Malbatên Şehîdan a Kobanê û Yekîtiya Parêzeran a Minbicê bi daxuyaniyan êriş û komplo şermzarkirin.
Bang li hêzên cîhanî hate kirin sînorekî ji binpêkirinên dewleta Tirk re deyînin.

Saziya Malbatên Şehîdan a Kobanê li dijî komploya 9’ê Cotmehê konê çalakiyê li qada şehîd Egîd vedan.

Gelek kes beşdarî çalakiyê bûn û komplo şermezar kirin.

Pişt re çalakî bi daxuyaniyekê bi dawî bû û hate gotin ew ê xwedî li rêberê xwe derkevin û tecrîda li ser Rêber Apo bişikînin.

Li Minbicê êrişên dagirkeriya Tirk hat şeremzar kirin

Her wiha Yekîtiya Parêzerên Minbicê jî derbarê êrişan de daxuyaniyek dan.

Parêzeran êriş bi tundî şermezar kirin û bang li gel kirin ku bi dakevin qadan û li ber êrişan rabin.

Her wiha bang li sazî û rêxistinên mirovî û navnetewî jî hate kirin bi erkên xwe rabin rê li ber êrişên dewleta Tirk bigirin.

Back to top button