Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a PYD’ê Sîhanok Dîbo diyar kir ku heke civîn an kongreyên mîna ya Lozanê bên lidarxistin, divê aliyê civakî li ber çavan were girtin, da ku guhertineke demokratîk pêk were û banga lidarxistina kongreyeke netewî kir.
Li hember peymanê perçekirinê bangên yekîtiya netewî zêde dibin.
Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a PYD’ê Sîhanok Dîbo derbarê peymana lozanê de axivî û got:
“Em dikarin pêvajoya beriya Lozanê, wê demê wekî sînordarkirin û hewla qirkirina gelê Kurd a diyarkirina qedera xwe bi nav bikin.”
Sîhanok Dîbo: Kongra li Lozanê bû bingeha yekîtiya mala Kurd
Dîbo destnîşan kir ku piraniya gelê kurd Peymana Lozanê red dikin û wiha anî ziman :
“Em dikarin kongreya ku li Lozanê hatibû lidarxistin wekî destpêka rêxistinkirina mala Kurd û yekkirina helwesta kurdî bi nav bikin.”
Sîhanok Dîbo: Kurd dikarin di meşa demokrasiyê de bimeşin
Sîhanok Dîbo destnîşan kir ku Kurd li Rojhilata Navîn pêşengiya pêvajoyeke demokratîk dikin û got:
“Teşeya dewlet netewe ya navendî di gelek astan de karesat bi xwe re anîn,
lê bandor li Kurdan nekir, Kurd dikarin di meşa demokrasiyê de bimeşin.”
Sîhanok Dîbo: Fikra Netewa Demokratîk ji bo çareserkirina aloziyê girîng e
Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a PYD’ê Sîhanok Dîbo balkişand ser projeya netewa demokratîk ya li herêmê pêktê û ev yek got:
“Fikra neteweya demokratîk ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê şeklekî pêşketî û pîvaneke girîng û hevgirtî ye.
Lozana civakî destpêka sererastkirina rewşa gel e.
Em qebûl nakin şerên li ser esasê olî yan neteweyî hebin.
Rojhilata Navîn dikare bibe herêmeke civakî, siyasî û aborî ya yekbûyî.
Heke civîn an kongreyên mîna ya Lozanê bên lidarxistin, divê aliyê civakî li ber çavan were girtin”
Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a PYD’ê di dawiya axaftina xwe de banga lidarxistina kongreyeke netewî kir da ku çareseriyeke adilane û rastîn ji pirsgirêka Kurd re mîsoger bike.