Ji bo pêşî girtina li Lozaneke nû bangên yekîtiya netewî tê kirin

Çalekvanên Silêmaniyê diyar kir ku niha pêwîstiya Kurdan bi helwestek neteweyî heye.

Dr Sîrwan Hamid diyar kir ku ji her demê zêdetir pêwîstiya Kurdan bi yekrêziyê heye.

Dr Sîrwan da zanîn ku rewşa siyasî ya li herêmê wê guhertinan bi xwere bîne û got:

Kurdan gelek destkeftî bidest xistibûn.

Lê piştre di Peymana Lozanê de ji ber nebûna yekitiya Kurdan ew destkeftî ji dest dan.”

Li ser heman mijarê Endama Tora Hevbeş a Rêxistinan Mihabad Şêx Mihemed ji got:

Bûyerên wek jenosîd, enfal, koçberkirin bi serê netewa Kurd hatine.

Lê heta niha wek netewên din mafên Kurdan yên netewî nehatine dayîn.

Di dawiyê de ev bang kir Mihemed got:

”Da ku em zextê li ser civaka navdewletî bikin divê em yekîtiya xwe ava bikin”

Konferansa têkildarî 100 saliya Lozanê di roja duyemîn de dewam dike

Back to top button