Li Başûr qedexeya firotina pirtûkên Rêber Apo

Qedexekirina firotina pirtûkên Rêber Apo nerazîbûnên mezin li pey xwe aniye.
Welatiyên Helebçayê derbarê vê qedexeyê dibêjin:
“Pêwîste rewşenbîr û nivîskar beramberî qedexekirina pirtûkên Rêber Apo bêdeng nemînin.”

Mamosta Dilêr Mehmud ji parêzgeha Helebceye got:

“Qedexekirina pirtûkan ji ber mezinbûn û têgihiştina şîroveyên di nava pirtûkan de ye.

Firotina pirtûkan gunehe, divê ji bo kesên dixwazin bixwînin re wek diyarî were dayîn.

Di warê firotinê de ti qîmetek xwe nîne.

Ango gunehe ku bibêjin ji bo pare van pirtûkên dê bifiroşin.

Divê wek çavakaniyên mezin werin dayîn, neyên firotin.”

Her wiha Çalakvan Nîmet Merûf derbarê heman mijarê de got:

”Bi salane ji bo herêmek ku mirov bikaribe bi azadî nêrînên xwe tê de bîne ziman têdikoşin.

Lê di van çend salên borî de em dibînin ku paşketine.

Îro pirtûkên Ocalan di herêmeke de tê qedexekirin.”

Nîmet di dawiyê de bang li rewşenbîr û nivîskaran kir ku li beramberî astengkirina azadiyê, bêdeng

“Heta bi destxistina azadiya fîzîkî a Rêber Apo emê di nav kar de bin”

Back to top button