“Heta bi destxistina azadiya fîzîkî a Rêber Apo emê di nav kar de bin”

Welatiyên Binarê Qendîlê li dijî tecrîdê derketin.
Welatiyan diyar kir ku armanca tecrîdê tinekirin û qirkirina Gelê Kurde.

Ebdulqadir Wisû da zanîn ku armanca tecrîdê qirkirin û tinekirina Gelê Kurde û got:

“Wê bi tecrîdê nekaribin têkoşîna Gelê Kurd dawî bikin.

Emê roj bi roj têkoşînê mezintir bikin.”

Ebdulqadir bang li Gelê Kurd kir ku li dijî tecrîdê bêdeng nemînin.

Welatiyê bi navê Berêz Abdullah jî li ser heman mijarê got:

“Ji bo azadiya Rêber Apo divê her tişt were kirin.

Em ê ji bo serkeftinê her tim di nava têkoşînê de bin.”

Berêz anî ziman ku bi girankirina tecrîdê armanc dikin ku kurdan tune bikin û wiha domand:

”Emê weke ciwanên Qendîlê hertim di nav kar û xebatê de bin.”

Ciwanên Helebê bi meşekî berxwedaniya gerîla silav kir

Back to top button