Şandeyeke Jinan bi boneya salvegera şehadeta Jiyan Tolhildan û hevalên wê serdana YPJ’ê kirin.
Doh yekem salvegera şehadeta Jiyan Tolhildan,Roj Xabûr û Barîn Botan bû.
Bi vê boneyê şandeyek jinên Bakur û Rojhilatê Sûrî serdana YPJ’ê kir.
Û ji aliyê Fermandara YPJ’ê Rohilat Efrîn ve hat pêşwazîkirin.
Endama Koordînasyona Kongra Star Welîda Botî ji YPJ’ê û malbatên jinên tekoşer re sersaxî xwest û got:
”Şehîd Jiyan Tolhildan, Roj û Barîn ne şehîdên me yên destpêkê ne. Bi hezaran şehîdên me hene.
Ya girîng bi qasî xemgîniya me a li ser wan, em li pey doz û xeta wan bin.”
Welîda Botî li hember dijminê hov soza rakirina tola şehîdan û bilindkirina asta têkoşînê da.
Fermandara Giştî a YPJ’ê Rohilat Efrîn jî teqez kir ku ew ê tola şehîdan hilînin û ev tişt anî ziman:
”Şoreşa Rojava 11 sal li pişt xwe hişt û derbasî saleke nû bû, wê ev sal jî bibe sala serkeftinê.
Bi vî awayî em ê karibin xwedî li keda tevahî şehîdên xwe derkevin.”