Artêşa dagirker duh şev gundên Duhokê bombebaran kir

Êrîş û bombebaranên dewleta Tirk a dagirker yên li ser başûrê Kurdistanê didome. Artêşa dagirker duh şev dîsa gundên Duhokê bombebaran kir.

Balafirên şer ên artêşa dagirker duh şev herêma Zengelê ya ser bi Duhokê, gundê Rezikê ya ser bi navçeya Amediyê û geliyê Bazê ya bi ser herêma Kanîmasiyê bombebaran kir.

Li gorî agahiyan wesayîteke sivîl li herêma kanîmasî bûye hedef û di encamê de çend kes birîndar bûne. Lê agahiya birîndarbûna welatiyan heta niha nehatiye piştrastkirin.

Her wiha hate gotin ku li herêmên navborî, ji ber bombebaranê şewat derketiye û zirareke mezin bi herêmê ketiye.

Li gorî agahiyên ji herêmê tên, liv û tevgereke zêde ya balafirên şer li ser herêma Behdînanê heye.

Nîhat Kaya: Nêçîrvan Barzanî bi serdan xwe ya Tirkiyê helwesta xwe eşkere kir

Her wiha rojnamegerê Kurd Nihat Kaya jî diyar kir ku Heftanîn pêngava destpêkê ya plana dagirkirina tevahiya Başûrê Kurdistanê ye.

Nîhat kaya balkişand ser bêdengiya PDK’ê ya li hemberî êrîşên dewleta tirk û got:

“Ji ber ku PDK’ê rewabûna dagirkirinê daye dewleta tirk û hişt ku dewleta Tirk bi dehan beregehên leşkerî li Başûrê Kurdistanê avabike ji ber wî PDK li hember êrîşan bêdeng e.

Nîhat kaya derbarê serdana Nêçîrvan Barzanî ya Tirkiyê jî got:

“PDK bi vê serdanê helwesta xwe eşkere kir, bi vê serdanê re Nêçîrvan Barzanî wiha dibêje “Ez di vî şerî de bi dewleta Tirk re me.”

Kaya li dijî dagirkeriyê bang li gelê kurd kir ku li dijî hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyê re helwesteke cidî nîşan bidin..

Back to top button