Silêman El-Derwîş: Armanca Tirkiyê û hikûmeta Şamê têkbirina aramiya herêmê ye

Roj bi roj nerazîbûnên li dijî hewildanên derxistina fitneyê û aramanckirina rûsipiyên eşîran li herêmê zêde dibin. Rûspiyê eşîra El-Mehasin a qebîleya El-Cibûr Silêman El-Derwîş diyar kir ku dewleta tirk û hikumeta Şamê bi reya van êrîşan hewl dan ku şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî li dijî QSD`ê sor bikin û fitneyê di navbera pêkhateyan de derxînin. El-Derwîş piştgiriya xwe bi QSD’ê re anî ziman û banga hişyariyê li gelê herêmê kir

Dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê hewl didin bi rêya ajanên xwe û şaneyên DAIŞ’ê şerekî navxweyî li herêmê derxînin.

Armanca herdu aliyan ji hedefgirtina êl û serokeşîrên Dêra Zor û Reqayê, tunekirina destkeftiyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Li dijî van hewldanên qirêj rûspî û şêxên eşîrên herêmê bertek û nerazîbûnên xwe nîşan didin.

Şêx û berdevkê fermî yê eşîra El-Mehasin Silêman El-Derwîş ev êrîş şermezar kirin û got:

Dewleta Tirk û hikumeta Şamê bi riya van êrîşan hewl da ku şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrîiye li dijî QSD`ê sor bikin û fitneyê di navbera pêkhateyan de derxînin.

Em hedefgirtina şêx û rûsipiyên eşîran bi bamanca derxistina fitnê û têk birina aramî û awlehiya li herêmê şermezar dikin .

Şêx Silêman El-Derwîş destnîşan kir ku bi sekna gelê herêmê ya bi hêzên xwe QSD’ê re, wê hemû hewldanên qirêj têk biçin.

Hêzên Sûriya Demokratîk ewlehî û aramiya hêrêmê parastin û gel ji tarîtî û zilmê rizgar kir û ew tenê me temsîl dike û em ê heya dawî piştgiriya QSD’ê bikin.

Şêx Silêman El-Derwîş di dawiyê de ,bang li hemû êl û serokeşîrên herêmê kir ku li hember hewldanên qirêj hişyar û hevgirtî bin.

Back to top button