Şehîd Jiyan Tolhildan mîrasek bi berxwedanê dagirtî li pey xwe hişt

Fermandara pêşeng Jiyan Tolhildan bi salan li dijî rêxistina herî tundrew şer kir û di vî şerî de pêşengtî kir.
Ew bi xwe ji bo jinan dîrokeke bû, lê li pey xwe jî mîrasek tijî têkoşîn û berxwedan hişt.
Helbet şopdarên wê jin jî soza tolhildan û xurtkirina asta têkoşînê didin.
Bi van êrişan û taybet armancgirtina kesayetên wiha, dewleta Tirk dixwaze şerê li dijî Daiş’ê lewaz bike.

Li herêmeke weke Rojhilata Navî ku jinek bibe xwedî îrade û pêşeng ne hêsan e.

Di her qonaxa şoreşa Rojava û şer de li pêşiyê bû.

Di asta wêrekî û fedayîtiya herî bilind de bû xwediya tevlîbûnê.

Tinebûn û zehmetî li pêşiya wê nebûn asteng.

Di avakirina YPJ’ê de roleke diyarker lîst.

Dildara azadiyê bû. Fikir, zikir û çalakiya wê yek bû.

Bedewiya hundirê wê li rûyê wê jî dabû.

Em behsa Fermandara YPJ’ê Selwa Yûsiv binasnav Jiyan Tolhildan dikin.

Ji yek pêngavên şerê rizgariyê li herêmên Bakur û Rojhilatû Sûrî bê par nema.

Bi taybet jî têkoşîna li dijî DAIŞ’ê.

Bê goman, beriya derketina DAIŞ’ê jî ew yek ji sembolên berxwedanê bû.

Navê wê sala 2013 di şerê Şêxmeqsûdê de hate bihîstin.

Ji wir berê xwe da Rojavayê Kurdistanê û li ber çeteyên Cebhet El Nusra rabû.

Ji bo pêşî li qirkirina Êzdiyan bike, sala 2014 li herêma Cezayê pêşengiya şer kir.

Rê li ber bi dehezaran Êzidî vekir da ku ji mirinê rizgar bibin.

Sala 2015’an li herêma Holê bû yek ji pêşengên Pêngava Ş. Rûbar Qamişlo.

2016’an li Şedadê tirseke mezin li nava dilê çeteyên DAIŞ’ê çêkir.

Bi vê hêza xwe a çalak, Sala 2016’an berê xwe da herêma Firatê û di şerê rizgarkirina Minbicê de cih girt.

Sala 2019’an, li Dêra Zorê bû şahid û yek ji pêşengên şerê têkbirina DAIŞ’ê.

Sala 2021’ê jî li Kampa Holê di operasyona li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê de cih girt.

Ji ber vê lehengî û zîrekiya xwe, li bajarê Silêmaniyê hêjayî xelata serfiraziyê hate dîtin.

Ew hem fermandar, hem hevrê û hem jî hêviya jiyana azad bû.

Bê teredud , bi bîr û baweriyeke mezin bû yek ji canbexşên parastina rûmeta jinê û mirovahiyê.

Jiyan Tolhildan hevrêyên xwe Roj Xabûr û Barîn Botan 22’ê Tîrmeha 2022’an bû armanca êrişa hewayî ya dewleta Tirk û şehîd ketin.

Jinên kurd li dijî DAIŞ’ê şer kirin û mirovahî ji metirsiya wan parastin.

Van jinan çavê Tirkiyê tirsandiye.

Lewra îroroj dewleta Tirk a dagirker wan jinan armanc dike û hewl dide hêza wan têk bibe.

Lê bi vê yekê re, berovajî vê her ku diçe mezin û hêztir dibin.

Back to top button